NY daxwaza çareserkirina krîza kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê dike

Netewên Yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêka ava Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî daxwaza komkirina 251 milyon Dolar ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê û rojhilatê Sûriyê dike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric li New Yorkê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 5 milyon kes li bakur û bakurê rojêhilatê Sûriyê rastî krîza kêmbûna avê hatine, divê ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Got jî, ji ber kêmbûna asta avê û têkçûna westgehên pompekirina avê, av bi awayekî têr û temam nagihe hemû xelkê herêmên bakurê Sûriyê.

Herwiha got: “Kêmbûna ava vexwarinê ya pak, dibe sedema belavbûna nexweşiyên û rêza yekem a rûbirûbûna Koronayê kêm dike.” Destnîşan kir jî: “Kêmbûna elektirîkê jî bandor li sektora tendirustî û perwerdehiyê kiriye.”

Dujarric ji bo çareserkirina krîza kêmbûna avê, daxwaza komkirina 251 milyon Dolaran kirine, lê heta niha tenê 51 milyon Dolar hatine dabînkirin.

Diyar kir jî, Neteweyên Yekgirtî bi hevalbendên xwe re, pilanek ji bo şeş mehên bê ji bo alîkariya 3.4 mîlyon kesên ku li wan deveran herî zêde bandor li wan bûye, daye destpêkirin.

Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê ye, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine, dest danîn ser wê wêstgehê û niha weke çekekî li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê dibirin.