Iraq û Îranê rufatên serbazên xwe pevguherandin

Rufatên kuştiyên şerê heşt salan ê navbera her du aliyan têne vegerandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq û Îran îro çarşemê 6ê Cotmeha 2021ê rufatên serbazên xwe yên kuştî li Deriyê Sînorî yê Şelamçe yê li parêzgeha Besrayê pevguherandin.

Îro bi çavdêriya Xaça Sor a Navdewletî, rufatên 11 serbazên Iraqî û 20 serbazên Îranî ku di şerê heşt salan ê navbera her du aliyan de hatibûn kuştin, hatin pevguherandin.

Lijneya Xaça Sor a Navdewletî di daxuyaniyekê de diyar kir; rêxistina wan serperiştiya pevguherandina rufatan kiriye, ku zêdetirî 30 sal in şerê navbera Iraq û Îranê bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; hîn jî bi hezaran malbat li benda vegerandina rufatên xizmên xwe ne. Herwiha hat eşkerekirin ku lijneya wan piştevanîkirina wan malbatên ku li benda vegerandina xizmên xwe ne, didomîne.

Rufatên 11 serbazên Iraqî û 20 serbazên Îranî hatin pevguherandin