PDKê li ser rêgirtina li namzedên Şingalê doz vekir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz dike ku rêkarên yasayî li hember binpêkeran werin cîbicîkirin.
Şingal
Şingal

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gef û rêgirtina li namzedên PDKê li Şingalê, li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê doz vekir û daxwaz kir ku çareseriyek ji bo awareyên Şingalê were dîtin, ku nikarin vegerin cih û warên xwe, da ku di vê hilbijartinê de deng bidin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji aliyê PDKê ve hat agahdarkirin ku roja şemiyê 2yê Cotmeha 2021ê gef û rêgirî li sê namzedên PDKê hatiye kirin ku biçin navçeya Şingalê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destnîşan kir ku hejmarek çekdar bi çekên sivik û navîn, li Şingalê rêgirî û gef li namzedên PDKê Mehma Xelîl, Viyan Dexîl û Macîd Xelef kirine, ku dixwestin biçin ser gora Şerfedîn û xelkê Şingalê û alîgirên PDKê jî li benda namzedan bûn.

Her çiqas Fermandarê Serbazî yê Rojavayê Dîcleyê ligel wan serbazan danûstandin kire, da ku rê bidin namzedên PDKê biçin Şingalê û bangeşeya xwe ya hilbijartinan li wê navçeyê birêve bibin, lê wan çekdaran red kir ku bihêlin namzed biçin Şingalê, ji ber vê yekê namzedên PDKê vegeriyan Duhokê.

PDKê di giliya xwe de eşkere kiriye ku ev gef û rêgirtin, berevajî destûra Iraqê û yasayên hilbijartinan e, ku nabe ti namzedek di bangeşeyê de rêgirî lê were kirin, loma daxwaz kiriye ku rêkarên yasayî li hember binpêkeran werin cîbicîkirin û derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destnîşan kiriye ku divê çar binkeyên dengdanê ji bo awareyên Şingalê yên li Hewlêr û Duhokê werin vekirin, ku dengderên Şingalê nikarin biçin cih û warê xwe.