Peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Cemayê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand; li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xwişk û birayên Êzdî dikim û pêdivî ye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgir in li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan û bi taybetî li devera Şingalê.
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzdî pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xwişk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.
Di salên derbasbûyî de xwişk û birayên Êzdî bi egerê zulm û tawanên terorîstan û nehezên gelê me tûşî êş û azareka mezin bûn.
Li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xwişk û birayên Êzdî dikim û pêdivî ye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgir in li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan û bi taybetî li devera Şingalê. Divê xwişk û birayên Êzdî bikarin birînên xwe bikevînin û azadane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Her bi vê helkeftê tekeziyê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana li Kurdistanê dikim û hêvîdarim xwişk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê de bikin.
Cejna we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
06.10.2021