Li Tirkiye û Bakur 19 kes bi tometa KCKê hatin binçavkirin

Lêpirsîn bi kesên hatine binçavkirin re berdewam e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir, Şirnex û Enqerê, 19 kes bi tometa endamtiya KCKê hatin binçavkirin.

Hêzên Dijeterora Tirkiyê, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, êriş birin ser gelek mal û navnîşanan.

Li gor agahiyên destpêkê 13 kes hatin binçavkirin ku bi endamtîya KCK û amadekariya çalakiyan tên tometbarkirin.

Li Cizîra Botanê 3 kes, li Enqereyê jî 3 kesên din bi heman tometan hatin binçavkirin.

Li gor zanyariyan, lêpirsîn bi kesên hatine binçavkirin re berdewam e.