Almanya û Denmark 48 jin û zarokên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vedigerînin

Ji dema şikestina DAIŞê di Adara 2019an de, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê di kampên Rojavayê Kurdistanê de hatine bicihkirin.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Almanya û Denmark 48 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerendin welatên xwe.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Almanyayê 8 jin û 23 zarok ji kampên bakurê rojavayê Sûriyê vegerandin.

Maas destnîşan kir, zarok ji ber rewşa xwe ne berpirsyar in, dayikên wan jî dê li gor kiryarên xwe dê li dadgehan cezayên xwe werbigirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku proseya vegeradina van jin û zarokan bi piştgiriya lojîstîkî ya artêşa Amerîka pêk hatiye.

Herwiha di çarçoveya wê proseyê de jî Denmarkê jî 3 jin û 14 zarok ji malbatên cîhadîstên DAIŞê vegerandin welatê xwe.

Ji dema şikestina DAIŞê di Adara 2019an de, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê di kampên Rojavayê Kurdistanê de hatine bicihkirin.

Di wê derbarê de berpirsên Rêvebiriya Xweser û HSDê  dibêjin, pêwîstiya vê pirsê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.

Heta niha Civaka navdewletî hîn hevkêşeya vegerandina malbatên cîhadîstên biyanî çareser nekiriye. Piraniya welatên Ewropî, piştî ku dosya her yekî ji wan ji hev cuda lêkolîn dike vedigerîne.