33 sal di ser koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza re derbas dibin

Dr. Nûredîn Zaza kar, xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê Kurd de.
Dr. Nûredîn Zaza
Dr. Nûredîn Zaza

Navenda Nûçeyan (K24) – 33 sal di ser koça dawî ya siyasetmedar û yek ji damezrênerên yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Dr. Nuredîn Zaza re derbas dibin. Dr. Nûredîn Zaza kar, xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê Kurd de.

Dr. Nûredîn Zaza sala 1919an li gundê Medenê yê bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd, di sala 1930î de berê xwe da rojavayê Kurdistanê.

Dr. Nûredîn Zaza li ser destê rêjîma Sûriyê ya wê demê rastî zîndanîkirin û eşkencedan hat. Piştre jî di sala 1971an de koçberî Swîsrayê bû û li bajarê Lozanê cihê ku xwendina xwe lê kiribû, xebata xwe berdewam kir

Dr. Nûredîn Zaza xwendina xwe ya seretayî û amadayî li Kurdistana Sûriyê xwend. Di sala 1945an de berê xwe de welatê Libnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê Zanistên Siyasî de li zanîngeha Frensî bi dawî kir.

Dr. Nûredîn di 1947an de diçe Lozanê ku xwendina doktoraya xwe ya di warê zanyariyên civatî û perwerdeyî de pêk bîne. Wî li wir yekem Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (K.S.S.E) ava kir.

Herwiha di 1956an de vegeriya Şamê û li Zanîngehê bû mamoste. Dr. Nûredîn Zaza di 14ê Hezîrana sala 1957an wek yekem Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya hat hilbijartin û bi dest çalakiyên siyasî kir.

Dr. Nûreddîn Zaza Jiyana xwe di ber bilindkirina navê Kurdan derbas dikir, ji bilî hemû astengî û zordariyên lê dihatin kirin ji zindankirin û sirgûnkirinê ji aliyê rêjîman ve, lê ev yek li pêşiya çalak û xebata Zaza û dilsoziya ji bo doza Azadiya gelê xwe nebû astengî û kelem.

Dr. Nûredîn Zaza roja 7ê Cotmeha sala 1988an di temenê 69 saliyê de li welatê Siwêsrayê koça dawiyê kir û li goristana bajarê Lozanê bi xakê hat spartin.