Li Bexdayê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Ji ber teqînê zarokekî jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Iraqê ragihand; li başûrê Bexdayê bi rêya bombeyeke destan, teqînek di nava kombûna bangeşeya namzedekî de rûda.

Hat ragihandin ku ji ber teqînê zarokekî jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn, ku bi rêya çend kesan ve bombe li nav kombûna bangeşeya namzedekî hatiye danîn.

Çavkaniyekî ji navçeya Mehmûdiye ragihand ku piştî teqînê gelek hêz li navçeyê hatin belavkirin û birîndar bo nexweşxaneyê û termê zarok jî radestî fermangeha Tiba Dadî hatin kirin.