Wezîrê Derve yê Sûriyê: Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê vekişin

Feysel Miqdad diyar kir ku Sûriye dest ji perçeyeke axa jî xwe bernade.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand: “Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê vekişin.”

Feysel Miqdad diyar kir ku Sûriye dest ji perçeyeke axa jî xwe bernade û pêdagir e ku li ser hemû axa welat terorê bidawî bîne.

Miqdad ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz dike ku peywendiyên xwe yên ligel Amerîkayê bidawî bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê gilî û gazin ji welatên rojavayê cîhanê kir û got ku ji bo birçîkirina gelê Sûriyê dixebin û dorpêça aborî weke çekek li dijî Sûriyê bi kar tînin.

Feysel Miqdad diyar kir ku ji ber qurbanîdana gelê wan, helwesta navdewletî derbarê Sûriyê de guheriye.

Herwiha got ku şerê terorê berdewam dike û HSD kirêgirtî ya Amerîkayê ye.