UNAMI: Divê Iraqî bi azadî nûnerên xwe hilbijêrin

Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI): Divê alî rêzê li azadiya Iraqiyan bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) derbarê dengdana taybet a ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de daxwaze rêz li azadiyan were girtin.

UNAMI derbarê dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Iraqê de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: Divê Iraqî bi bawerî û bi dilê xwe, dengê xwe bidin.

Ragihand jî, “Em bang li hemû aliyan dikin di atmosfereke dûrî zext, tirsandin û gefan de, rêzê li azadiya Iraqiyan bigirin.

Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê tekez kir, divê Iraqî bi azadî nûnerên xwe hilbijêrin.

Îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de dest pê kir.