Li Rojavayê Kurdistanê 275 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 275 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 275 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 275 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 46 kes li Hesekê, 43 kes li Qamişlo, 20 kes li Dêrikê, 14 kes li Amûdê, 2 kes li Rimêlan, 17 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 69 kes li Reqayê, 39 kes li Tebqayê, 1 kes li Kobanî, 3 kes li Kampa Erîş, 18 kes li Dêrezorê û 2 kes li Şehbayê ne.

Hat ragihandin ku di nava 24 demjimêran de 8 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 29894 kesan, ji wan 2227 kes baş bûne û 1000 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.