Li Duhokê amarên dengdana awareyan heta niha bi vî awayî ye

Li hemû binkeyên li her çar bazneyên parêzgeha Duhokê ji bo dengdana awareyan hatine destnîşankirin, rêjeya beşdarbûnê heta demjimêr 17:30 gihiştiye %59.88

Duhok (K24) – Li hemû binkeyên li her çar bazneyên parêzgeha Duhokê ji bo dengdana awareyan hatine destnîşankirin, rêjeya beşdarbûnê heta demjimêr 17:30 gihiştiye %59,88.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, tê pêşbînîkirin ku heta girtina binkeyên dengdanê di demjimêr 18:00ê de, ev rêje bigihîje %70.

Li şeş binkeyên dengdana awareyan li Duhokê, ku kampên Şarya, Xankê, Bacid Kendala, Qadya, Kepertû 1 û 2 û li Zaxoyê jî kampên Çimikşû, Bîrsivê 1 û 2, Derkar, li Şêxan li kampa Şêxan, Îsyan Mam Reşan û Mamliyan, li Amêdî jî Dawidî ye, nêzîkî 52 hezar û 259 kes mafên wan ên dengdanê heye, heta demjimêr 17:30 xulek, hejmara dengderên ku dengê xwe dane gihiştiye 31 hezar û 293 dengder, ku dike rêjeya %59,88.