Berhem Salih: Hilbijartinên sibe ya herî girîng di dîroka nûjen a Iraqê de ye

Serokê Iraqa Federalî Berhem Salih: Beşdariya welatiyan di hilbijartinan de, dibe serdema avakirina welat û sererastkirina şaşîtiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Iraqa Federalî Berhem Salih di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji welatiyên Iraqê kir, bi awayekî berfireh û hişyarene beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Serokê Iraqa Federalî Berhem Salih di peyama xwe de ragihand, beşdariya welatiyan di hilbijartinan de, dibe serdema avakirina welat û sererastkirina şaşîtiyên berê.

Ragihand jî, ev hilbijartin, hilbijartina herî girîng di dîroka nûjen a Iraqê de ye, encamên wê dê diyarker û çarenivîsaz bin, ji ber wê divê hemû Iraqî berjewendiya welat deyne ser her tiştekî din.

Berhem Salih got jî, hilbijartin derfetek e ji bo dadwerî pêk were û rê li ber wan kesên ku dixwazin bi pêşeroja Iraqê bilîzin were girtin.

Destnîşan kir jî, “Divê ev hilbijartin peyamek ji hemû cîhanê re be ku gelê Iraqê tekeziyê li ser azadî û serweriyê dike û rijd e ku rola Iraqê ya herêmî û navdewletî vegere.”

Serokomarê Iraqê got jî: “Sibe, bila em dengê xwe bidin wan kesên ku hêjayî avakirina welat in û dikarin rûbirûyê dijwariyan bibin.”

Roja 10ê Cotmehê dengdana giştî ya hilbijartinên endamên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikaberiyê dikin.