Li Diyarbekirê denbêjan bi piyanoyê kilam gotin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mala Dengbêjan ya Diyarbekirê, dengbêjan li ber dengên pîyanoyê kilam gotin. Piyanist Tuluyhan Ugurlu got; ew dixwazin bi dengbêjan re li cîhanê konseratan bidin.

Piyanîst û bestekar Tuluyhan Ugurlu, li Mala Dengbêjan bi dengbêjên Kurd re konsereta piyanoyê da. Ugurlu li piyanoyê xist û dengbêj Seyîtxan Koç jî kilam gotin.

Parêzgerê Diyarbekirê Munîr Karaloglu jî beşdarî bernameyê bû.

Karaloglu got; dê 10ê Cotmehê bernameya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya 2021-2022 bidin destpêkirin û navê helbestvan û mutasawifê Kurd Feqî Teyran li bernameya kirine.  

Pîyanîst Tuluyhan Ugurlu jî pesnê dengbêj û dengbêjiya da û got; ew hêvî dikin bi dengbêjan re li cîhanê konsertan bidin.