Berhem Salih: Hilbijartin destpêka çaksaziyê ya ji bo bicihanîna daxwazên Iraqiyan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih ligel Xanima Yekem a Iraqê Serbax Salih li hotela Reşîd a Bexdayê beşdarî proseya dengdanê ya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê bûn.
Di çarçoveya proseya dengdanê ya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, Serokomarê Iraqê Berhem Salih ligel Xanima Yekem a Iraqê Serbax Salih dengê xwe dan.
Serokomarê Iraqê piştî dengdanê ragihand, hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran, destpêka çaksaziyê ya ji bo bicihanîna daxwazên gelê Iraqê ye.
Herwiha got: “Hêvîdar in hemû Iraqî beşdarî van hilbijartinan bibin û mafê xwe yê destûrî bi kar bînin, da ku hilbijartin di rewşek hêjayî Iraq û Iraqiyan de biqede û tiştê ku ji bo gel rewa ye pêk were.”