Li Kerkûkê asteng li ber dengderên Kurd têne danîn

"Dengderan bêzar dikin, da ku dengê xwe nedin."
Binkeyeke dengdanê li Herêma Kurdistanê
Binkeyeke dengdanê li Herêma Kurdistanê

Kerkûk (K24) – Nûçegihanê K24ê li Kerkûkê ragihand; di proseya dengdanê de li Kerkûkê kêşe û kêmasî gelek in, weke karnekirina amûrên dengdanê, paşketina vekirina binkeyên dengdanê, li taxên Kurdan bihaneyên hêzên ewlehiyê, ku welatiyan ji dengdanê sar dikin.

Nûçegihanê me eşkere kir: “Wisa tê hîskirin ku destek li paş vê mijarê heye û dixwazin welatiyên Kurd ji dengdanê sar bikin, da ku rêjeyeke kêm beşdar bibin û bandor li ser rêjeya dengên Kurdan hebe.”

Pisporê proseya dengdanê Elî Qadir ji K24ê re diyar kir: “Kêşe û pirsgirêk di proseya dengdanê de heye û li hinek binkeyan amûrên dengdanê kar nakin, ev jî ji ber wê yekê ye ku rahênana baş bi karmendên komîsyonê nehatiye kirin.”

Elî Qadir herwiha got: “Ew kêşe û pirsgirêk dibin sedema bêzarbûna xelkê ku deng nedin û biçin mala xwe, lê belê divê welatiyên Kurd deng bidin û binkeyên dengdanê bi cih nehêlin, çimkî bi dengdanê, Kurdistanîbûna Kerkûkê nîşan didin.”