Wezareta Navxwe: Plana parastina binkeyên dengdanê serkeftî bû

Se'd Mien ragihand; plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ket.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Se'd Mien ragihand; plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ket.

Se'd Mien diyar kir ku ev yekem car bû piştî 2005an proseya dengdana hilbijartinan birêve diçe û qedexeya hat û çûnê nehat ragihandin û plana ku hatibû danîn ji bo parastina navendn dengdanê serkeftî bû.

Îro yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê proseya dengdana giştî ya hilbijartinên gera pêncem a Parlamentoya Iraqê birêve çû.