Komisyon encamên destpêkê yên hilbijartinan aşkere dike

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya dengdêran aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya dengdêran aşkere kir û ragihand, îro encamên destpêkê rabigihînin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê aşkere kir, rêjeya beşdariya dengdêran di hilbijartinên pêşwext ên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê % 41 bû.

Komisyonê aşkere kir jî, ew ê îro demjimêr 15:00 encamên destpêkê yên hilbijartinan diyar bikin, piştî du hefteyên din jî piştî lêkolînê di giliyan de bike, dê encamên dawiyê rabigihîne.

Komisyonê destnîşan kir,di dengdana taybet de 16 gilî û di dengdana giştî de 58 gilî hatine tomarkirin.

Wek Herêma Kurdistanê, aliyên Iraqî jî ji piştî bidawîbûna proseya dengdanê, her aliyekî encamên xwe yên taybet belav kirin, lê belê Komisyonê hişyarî di vê derbarê de da.