Komisyon encamên destpêkê radigihîne.. Kurdistan24 rasterast diweşîne

Komisyon encamên destpêkê radigihîne.. Kurdistan24 rasterast diweşîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya dengderan di proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê de ragihand.

Duhî 10ê Cotmehê proseya dengdana giştî ya hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê demjimêr 07:00 dest pê kir û bi demjimrê 18:00 re bi dawî bû. Li gor Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, rêjeya beşdarbûnê %41 bû.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya ragihand, ew ê îro demjimêr 15:00 encamên destpêkê yên hilbijartinan diyar bikin, piştî du hefteyên din jî piştî lêkolînê di giliyan de bike, dê encamên dawiyê rabigihîne.

Li gor daxuyaniya fermî ya Komîsyonê rêjeya beşdariya li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi vî awayî ye:

Hewlêr: %43

Silêmanî: %38

Duhok: %52.2

Kerkûk: %44

Neynewa: %42

Diyala: %46

Selahedîn: %48

Bexda - El-Kerix: %34

Bexda - El-Resafa: %31

Enbar: %43

Zîqar: %43.5

Wasit: %44

Necef: %41

Babil: %46

Besra: %41

Her di vê çarçoveyê de û li gor amar û zanyariyên ne fermî yên çavdêrên aliyên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), kandîdên PDKê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, serkeftinên berçav bi dest xistine.

Li gor amarên ne fermî ku Kurdistan24ê ji ser zarê çavdêrên PDKê wergirtine, egereke bihêz heye ku PDK dora 30 kursiyan misoger kiribe.