Fransayê ji Îspanyê bir û bû lehenga Lîgeya Netewên Ewropa

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Fransayê şeva borî di fînala Lîgeya Netewên Ewropî de bi ser hilbijardeya Îspanyayê ket û nasnavê vê pêşbirkê dest xist.

Şeva borî hilbijartdeya Fransa û Îspanyayê di fînala Lîgeya Netewên Ewropî de li stadiuma San Siro a bajarê Milanê rûbirûyî hevdu bûn û Fransa bi encama (2 – 1) bi ser ket.

Destpêkê Îspanya gola xwe ya tekane di xuleka (64) de bi riya Mikel Oyarzabal tomar kir. Piştre her yek ji Karim Benzema û Kylian Mbappé golên Fransayê di xulekên (66 û 80) de tomar kirin.

Fransa bi vê serkeftinê bû yekem hilbijarde ku Kupaya Cîhanî, Kupa Netewên Ewropî û Lîga Neteweyên Ewropî qezenc dike.