2 endamên polîsên Erkên Taybet ên Tirkiyê li Ezazê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, 2 endamên polîsên Erkên Taybet li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu li Twittera xwe belav kir, 2 endamên polîsên Erkên Taybet Cîhad Şahîn û Fatih Dogan li bajarokê Mariê di êrîşeke mûşekî ya YPGê de hatin kuştin.

Ev di demekê de ye, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê duhî Yekşemê ragihandibû, YPGê ji bajarokê Til Rifatê ve bi mûşekekê êrîşî zirîpoşeke Tirkiyê di navbera Mariê Ezazê de kiribû.

Bajarokê Mariê li rojhilatê Til Rifatê dikeve û di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye. Gelek caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdaran û YPGê de li wê deverê rû didin.