Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokomarê Iraqê bi boneya serkeftina proseya hilbijartinan pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 11ê Cotmeha 2021ê ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêwendiyeke telefonê jê re gihîşt.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di pêwendiyê de bi boneya serkeftina proseya hilbijartinan a parlamentoyê li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê, pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hilbijartin weke proseyeke serkeftî bi nav kir.

Herwiha Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji ber wê encama ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dest xist.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hemû aliyên siyasî, demildest bikevin gotûbêjan û bi alîkarî û hemahengî ji bo ku encamên hilbijartinan bixin xizmeta berjewendiya Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê bixebitin û xizmeteke şayeset ji bo hemû gelên Iraqê were kirin.