Peyama Serok Barzanî bi boneya serkeftina hilbijatinan û kandîdên PDKê

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel e
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina proseya hilbijartin û namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li van hilbijartinan da pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li kadîr û endam û alîgirên Partî (PDK) dikim ku karîn di kêbirkêyeke medenî û aram de serkeftineke mezin ji bo Partî û rêbaza wê mîsoger bikin û ruhê şehîdan bextewer bikin.

Serkeftina Partî di van hilbijartinan de bi wateya serkeftina prensîb û biha û wan bingehane ku xebata gelê Kurdistanê li ser rawestaye û peyameke ji bo hemû aliyek ku gelê Kurdistanê li tu rewşekê da destberdarê dîrok û bihayên wê nabê. Pêwîst e ew serkeftina Partî (PDK) bibe sedema wê yekê berpirs û kadîr û endamên Partî zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirx a Barzanî li bîra wan be, "Di serkeftinê de mexrûr nebin û li şikestê de bêhêvî nebin".

Her bi vê helkeftê spasî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û dezgehên emnî û hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dikim ku bi şev û roj kar kirin û keda wan hebûye ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û destxweşiyê li wan dikim. Her wiha rola birêz Serokwezîr Mistefa Kazimî di encamdana hilbijartinan de bilind dinirxînîn.

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokrasî ye. Her ji bo vê yekê jî hêvîdar im piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hevdû bin. Hêvîdar im hemû alî bi pêkve û ji bo yek armancê hevbeş û bi navê berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û bergirîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kar bikin û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal binyat bînin.

Careke din spas ji bo gelê Kurdistanê û spasî taybetî jî ji bo xûşk û birayên xweragir û xwedî bîr û bawerê li Kerkûkê dilê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

11.10.2021