Li Kerkûkê hêzên ewlehiyê bi darê zorê ahenga alîgirên PDKê belav dikin
Kerkûk (K24) – Hêzên ewlehiyê yên li bajarê Kerkûkê bi darê zorê ahenga alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) belav dikin, ku bi boneya serkeftina namzedên wan di hilbijartinan de, kêfxweşiya xwe nîşan didin.
Nûçegihanê K24ê Hêmin Delo li Kerkûkê ji nav alîgirên PDKê ragihand; piştî serkeftina namzedên PDKê di hilbijartinan de li parêzgeha Kerkûkê, alîgirên vê partiyê ji bo nîşandana kêfxweşiya xwe bi Ala Kurdistanê daketin kuçe û kolanan, lê belê hêzên ewlehiyê rêgirî li wan kirin û bi çekan teqe kirin.
Herwiha nûçegihanê me eşkere kir ku kesên ji bo ahengê daketibûn ser cadeyan, li hember hêzên ewlehiyê rawestiyan û ew hêz neçar kirin ku vekişin.
Welatiyên li Kerkûkê jî bi rêya Kurdistan24ê daxwaz kirin ku ew hêz ji bajarê wan werin derkirin û tekez kirin ku Kerkûk sembola Kurd û Kurdistanê ye û ew der cihê wan hêzan nîne.