Sedir: Îro roja serkeftina bi ser mîlîşyayan de ye

Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir: Dem dema gel e di nava aştîyê de bijî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê piştî ku bloka wî kursiyên herî zêde di hilbijartinên Iraqê de bi dest xist ragihand, ew ê bikaranîna çek a li derveyî çarçoveya dewletê bi dawî bike.

Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir tekez kir, tevgera wî dê rê nede aliyan ku şiyanên gel kontrol bikin û got: “Pêwîst e welatî ji çavkaniyên welatê xwe sûdê werbigirin.”

Sedir tekez kir, pêwîst e “Çek di destê dewletê de be û nabe li derveyî wê were bikaranîn û got jî: "Dem dema gel e ku di nava aştîyê de bijî, bêyî ku milîşya ji heybeta dewletê kêm bikin.”

Sadir ragihand: “Petrola gel ji gel re ye û em ê kar ji bo bilindkirina nirxê Dînarê bikin. Herwiha got jî: “Em ê gendeliyê bi xwîna xwe ji holê rakin.”

Ji aliyekî din ve, Muqteda Sedir pêşwazî li hebûna hemû balyozxaneyên biyanî li Iraqê kir, eger ew destêwerdanê di karûbarên welat de nekin.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan duhî di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê eşkere kir, li gor encamên destpêkê, bloka Sadir bi qezenckirina 73 kursiyan, pileya yekem bi dest xist.

Herwiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi qezenckirina 32 kursiyên Encûmena Nûneran Iraqê, careke din wek partiya yekem li ser asta Iraqê hat destnîşankirin.