Mîlîşyayên Iraqê ji encamên hilbijartinan ne razî ne

Ebû Elî Esker daxwaz ji grûpên din ên Heşda Şeibî kir, xwe ji “qonaxa hestiyar” re amade bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Aşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, bû cihê nerazîbûna piraniya alî û grûpên çekdar ên Şîe, ew niha jî gefê dixwin û encamên ji aliyê komisyona hilbijartinan ve hatine ragihadin, red dikin.

Piştî aşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, Hevpeymaniya Fetih a Heşda Şeibî li seranserî Iraqê tenê 16 kursî bi dest xistin û %70 dengên xwe ji dest dan.

Hevpeymaniya Fetih piştî vê şikestina mezin ragihand, Komisyona Bilind a Hilbijartinan pabendî rêkarên yasayî nebû û ew ê giliyê li ser encamên hilbijartinê tomar bikin.

Di wê derbarê de, Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulla yên Iraqê Ebû Elî Esker ragihand, ev hilbijartin mezintirîn proseya xapandina gelê Iraqê di dîrokê de ye û gef xwar û got: “Em ê her tiştî vegerînin riya wê ya rast.”

Ebû Elî Esker daxwaz ji grûpên din ên Heşda Şeibî kir ku xwe ji “qonaxa hestiyar” re amade bikin û got: “Heşda Şeibî bi awayekî sereke hatiye armanckirin” û divê ew berevaniyê li xwe bikin.