Serokê berê yê Mosadê: Îran ji bombeya atomî dûr e

"Îro Îran li gor serdema rêkeftina atomî bi temamî veqetiyaye."
Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn
Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn ragihand; Îran hîn ji bombeya atomî dûr e û red kir ku Îran nêzîkî vê armancê bûbe.

Beriya Niha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet ragihandibû; Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî berhemanîna bombeya atomî bûye.

Yusî Kuhîn ji The Jerusalem Post re diyar kiriye; îro Îran li gor serdema rêkeftina atomî bi temamî veqetiyaye.

Kuhîn destnîşan kir ku niha şiyanên Îranê, ne di asta dema borî de ne û çalakiyên pêtandina uranyumê negihiştiye astek ku Tehranê ji berhemanîna bombeya atomî re nêzîk bike.

Meha borî, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ragihandibû ku Îran nêzîkî çêkirina bombeya atomî bûye.