Komîsyon: Piştî çareserkirina giliyan encamên dawî dê werin ragihandin

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef ji rojnamevanan re ragihand; proseya cudakirin û hejmartina dengan berdewam e.
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef ji rojnamevanan re ragihand; proseya cudakirin û hejmartina dengan berdewam e.

Celîl Ednan Xelef diyar kir ku li ser giliyan lipeyçûn têne kirin û encamên wan têne yekalîkirin.

Xelef herwiha eşkere kir; sindoqên ku bi elektronîk hatine hejmartin û ewên ku bi destan hatin hejmartin, encamên wan weke hev bûn û hemû encam têne cudakirin û diçin ser hejmarên destpêkê û piştre dê encamên dawî werin ragihandin.