Şanda CHPê li Diyarbekirê bi mexdûrên KHKyan re civiya

Şandeke ji parlamenter û rêveberên Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Diyarbekirê ji bo kêşeyên mexdûrên ku bi Destûrên di Hiqmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatine derxistin civiyan
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Şandeke ji parlamenter û rêveberên Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Diyarbekirê ji bo kêşeyên mexdûrên ku bi Destûrên di Hiqmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatine derxistin civiyan. Di destpêka civînê de, daxuyanî hat belavkirin û bersiva pirsên çapameniyê hat dayîn.

Cigira Serokê Giştî yê CHPê Gulîzar Bîçer Karaca daxuyand ku beriya ku li bajarên cuda bi KHK’yiyan re bicivin, 6 meh berê online komcivînek kirine û piştî ku rapor amade kirine jî, hewldana ku kêşeyên KHK’yiyan bên çareserkirin didin.

Gulîzar Bîçer Karaca anî ziman ku kesên bi KHKyan ji kar hatine derxistin, bêyî ku bên darizandin, an jî derheqê wan de biryarên hiqûqî hebin, hatin mexdûrkirin û divê demildest, mafê wan yê darizandineke dadwer bê pêk anîn.

Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Prof. Dr. Yuksel Taşkin ku ji ber beyanameya Akademisyenên Aştîxwaz îmze kiribû ji karê xwe hatibû dûrxistin jî da zanîn ku meseleya KHK’yan ciyê şermê û şermezariyê ye.

Prof. Dr. Yuksel Taşkin bal kişand ku hikûmeta niha jî, ji pergala ne demokratîk a Tirkiyeyê gelek pêkutî û ezayan dîtibûn, lê niha heman tiştî ew bixwe dikin.

Civîn piştî axaftinan ji çapameniyê re girtî berdewam kir.