Gotûbêjên Avesta bi hinceta pandemiyê hat astengkirin

Gotûbêjên Avesta ku ji aliyê Weşanên Avesta ve li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê dihate lidarxistin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta pandemiyê hat astengkirin.

Stenbol (K24) – Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê ku ji aliyê Weşanên Avesta ve li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê dihate lidarxistin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta pandemiyê hat astengkirin.

Weşanên Avesta dixwest li bajarê Mêrdînê li ser şanoya Kurdî gotûbêjek li dar bixe, lê belê polîsan bi hinceta pandemiyê rêgirî li gotûbêjê kirin.

Rêveberê Giştî yê Weşanên Avesta Abdullah Keskîn li ser vê mijarê ji K24ê re ragihand: “Şanoger û nivîskar Mîrza Metîn li ser mijara şanoya Kurdî bi xwendevanan re hatibûn cem hev, lê belê polîs hatin cihê gotûbêjê û sedema civînê pirsîn. Hevalên me yên li wê derê gotin ku gotûbêjeke Kurdî ya edebî tê sazkirin. Polîsan wêneyên cihê gotûbêjê kişandin û gotin ku ji ber şert û mercên pandemiyê, ew rê nadin gotûbêjeke bi vî rengî were kirin.”

Abdullah Keskîn bal kişand ser wê yekê ku ev rênedan ji ber ku gotûbêj bi zimanê Kurdî ye û got: “Li bajarê ku çend sal berê, ji aliyê serokwezîrê wê demê ve li qadan wergera Kurdî ya Qur'anê dihate nîşandan, mewlûda Kurdî dihate xwendin, em nikarin panel û gotûbêjên edebî yên Kurdî pêk bînin. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Salên derbasbûyî jî çalakiyên edebî yên Kurdî hatin sînordarkirin, lê çi dibe bila bibe, em ê panel û gotûbêjên xwe yên Kurdî bidomînin.”