Karsaz Sevgî Daghan li Diyarbekirê yekem kargeha çîkolatayên sirûştî vekir

Li Diyarbekirê jineke bi navê Sevgî Daghan yekem hilberînxaneya çîkolatayên organîk li Bakur vekiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê jineke bi navê Sevgî Daghan yekem hilberînxaneya çîkolatayên organîk li Bakur vekiriye û amaje dike ku ew wek karsazek jin a Kurd dixwaze ji bo jinan îstîxdamê dabîn bike û bide nîşan ku divê jin di civakê de çalaktir bin.

Li Bakurê Kurdistanê di jiyana kar de jin her ku diçe bêhtir di nava civakê de cih digirin û yek ji mînakên dawîn jî Sevgî Daghan e ku li Diyarbekirê dijî û xwestiye li bajarê xwe kargehek veke.

Sevgî Daghan li Diyarbekirê yekem hilberînxaneya çîkolatayên siruştî vekiriye. Karsaza jin a Kurd demeke dirêj xwestiye ku vê projeya xwe têxe pratîkê û xwestiye hem li welatê xwe bixebite û hem jî karek wisa bike ku bo tendirustiya civakê bibe mînak û dibêje ji ber ku di bazarê de gelek xurekên ku tê de maddeyên kîmyewî hene tên firotin wê jî xwestiye xurekên siruştî çêbike.

Sevgî Daghan ji K24ê re diyar kir: “Fikir bi temamî ji ber baldariya min ya li ser zarokên min derket holê, her diçe tiştên xirab û kîmyevî zêde dibin û ez jî li hember wan bi baldarî tevdigerim. Yanî fikir wisa çêbû, em çewa dikarin hêj siruştî zarokên xwe bigihînin, tiştên ku zarok bikar tînin de gelo çi hene, çi tunene divê mirova bizane. Ji wan gumanan ev fikir çêbû.”

Daghan li kargeha xwe hem patron e û hem jî xebatkar e ku ji karê xwe jî gelek hez dike û hemû pêvajoyên hilberînê ji nêz ve dişopîne. Karsaza jin a Kurd dibêje divê di civaka Kurdan de jin bêhtir cih bigirin û bang dike ku bila jin dest ji proje û xeyalên xwe bernedin û heta dawiyê hewil bidin ku xeyalên xwe pêk bînin.

Sevgî Daghan diyar kir: “Li ser xwe mayîna jinan zehmet e, divê piştgiriya jinan bê kirin, lê divê jin jî berxwedêr bin û dest ji hewldanên xwe bernedin. Divê jin ji bo têkoşîna jiyanê amadebin, hin caran dibe ku zirar jî bikin, lê divê li ser xwe bimîne. Jinên Kurd divê bixwe bawer bin û piştrastbin ku îradeya wan dê wan bigihîne serkeftinê. Divê netirsin û xwe muhtacî kesî nebînin. Yanî pêwîst nake ku her tim mêr piştgiriya jinan bikin û hevkarî bikin. Ji ber ku jiyana civakî, li gel taybetiyên xwe, qadeke têkoşînê bi kêşe û zehmetiyan re ye jî. Pêwîstiya jinan bi kesî tune ye, heger bawerî bi xwe hebin û ji tiştekî netirsin, dê li ser xwe jî her bimînin.”

Di kargeha çîkolatayên siruştî ya Sevgî Daghan de hemû xebatkar jin in û Sevgî Daghan dide zanîn ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku di pêşerojê de fabrîqeyek a çîkolataên siruştî damezirîne ku xebatkar hemû jin bin û bo jinên bibe deriyê îstîxdamê.