Komisyona Hilbijartinan dema ragihandina encamên dawî aşkere dike

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan: Eger heye guhartin di encamên destpêkê yên hilbijartinan de çêbibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, ew ê 20 rojên encamên dawiyê yên hilbijartinan rabigihîne.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane El-Xelay ji rojnamevanan re ragihand, encamên dawiyê yên hilbijartinan, piştî 20 rojên din dê werin ragihandin.

Cumane El-Xelay destnîşan kir, eger heye guhartin di encamên destpêkê yên hilbijartinan de çêbibin.

Berdevka Komisyona Hilbijartinan diyar kir, ji duhî 12ê Cotmeha 2021ê ve, derî tankirina li encamên hilbijartinan hatiye vekirin.

Hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê roja 10ê Cotmehê hatin kirin, niha jî encamên destpêkê û yên nefermî hatine ragihandin.