Ji ber hişkesaliyê berhemên zeytûnên Dêrikê gelek kêm bûne

Îsal ji ber ku zeytûn negirtine, cotkar û kesên ku debara xwe bi dahata zeytûnan dikin, di rewşeke ne baş de ne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Dêrika ser bi Mêrdînê ve, werzê berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye, lê cotkar radigihînin ku berhemdayîn îsal gelek kêmbuye û xercê wan jî dernakeve. Cotkar balê dikşînin ku îsal hişkesalî tesîrê li ser zeytûnan jî kiriye û hemû zehmetiyên wan berhewa bûye.

Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê ve, yek ji wan xalên nimûne ye li bakûrê Kurdistanê ku çandina zeytûnan lê tê kirin. Lê îsal ji ber ku zeytûn negirtine, cotkar û kesên ku debara xwe bi dahata zeytûnan dikin, di rewşeke ne baş de ne.

Gulîşah Ozbek a dayika 5 zarokan, her sal bi dahata zeytûnên Dêrikê debara xwe dike û balê dikşîne ku ji dahata îsal ya zeytûnan re ew dibêjin efare û dahateke gelek kêm e. Ozbek radigihîne ku her sal ji vê zeviya zeytûnan teqrîben 2 ton û 2 ton û nîv zeytûn berhev kirine, lê îsal ji hemû baxçe 100 -150 kîlo zeyt jî dernakeve.

Gulîşah Ozbek ji K24ê re got: “Sala borî pir baş bû, lê îsal dahat gelek kêm e. Xercê, cot kirin, dermankirin û avdana xwe xwe jî dernaxe. Ji ber hişkesalî jî hebû, hêj berheman hêj kêmtir kiriye û îsal me her zirar kir. Sala borî teqrîben 70 olçek (ton û 700 kîlo) zeytûn hatibûn, îsal 2 olçek 50 kilo jî jê nayê ku wek efareyê ye. Em 7-8 kes heta êvarê tê de zehmetî dibînin lê gişt zirar e.

Şêniyên Dêrikê piştî ku zeytan ji bo pêdiviya mala xwe temam dikin, yên zêde dimînin jî zêdetir ji bo piyaseya bajar û deverên li derdor difiroşin.

Sultan Adar jî ji Şemrexa ser bi Mêrdînê ve ye û tîne ziman ku zeytên Dêrikê yek ji wan xureka ye ku her sal amade dikin û datînin ser sifreyên xwe. Adar balê dikşîne ku her mal li gor pêwistiya xwe zeytên ku tên berhev kirin tînin û ji bo xwarinê amade dikin.

Sultan Adar: “Zeytûnên Dêrikê li gel me gelek navdar in. Em her sal dikirin, tînin dişkênin, dikin avê û ji bo xwarinê amade dikin. Ji ber zeyt bi don in, em 9-10 roj dikin avê û ava wan diguhêrin, pişt re jî di ava şor de 3 roj dimîne û ji bo xwarinê amade dibe.”

Gelek welatiyên ku her sal di vê serdemê de, zeytên Dêrikê dikirin û ji bo xwarina mala xwe amde dikin; îsal di peyda kirinê de zehmtiyan dikşînin, lê berhemên îsal ku kêmanî tên berhev kirin jî, êdî li bazaran ciyê xwe digirin