Li Mêrdînê werzê tirî û berhemên rezan e

Cotkar dibêjin îsal li gor sala borî berhemdayîn baş nîn e, lê dîsa kêfxweş in ku li nav rezen xwe berhemên xwe berhev tînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê werzê li nav rezan berdewam dike. Cotkar li nav rezan tirî û berhemên tirî tomar dikin. Bi taybet li Şemrex a ser bi Mêrdînê ve, li gel berhemên din yên tirî, çêkirina dimsê şemrexê taybet e. Cotkar radigihînin ku îsal li gor sala borî berhemdayîn baş nîn e, lê dîsa kêfxweş in ku li nav rezen xwe berhemên xwe berhev tînin.

Li Şemrexa Mêrdînê, bi taybet meha Cotmahê, wek werzê reza ye û Şemrexî bi malbatî li nav rezan tirî û berhemên tirîyên xwe tomar dikin. Tirî yê ku ji mêwên rezan tên tomar kirin, li mehsereyan ji bo şîre û berheman tên berhev anîn û piştî ku çinîna tirî xilas dibe jî, givaştin û hunandina şîreya tirî dest pê dike.

Li gel benî, bastêq, kezme û hwd berhemên ku bi pilûrê tên çêkirin, berhemê herî navdar û taybet jî dims e şemrexê ye ku di van werzan de tê çê kirin.

Kemal Adar jî balê dikşîne ku li şemrexê, rez çandeke kevnar û berdewam e û berhemên cuda ji şîreya tirî çê dikin. Lê dimsê şemrexê ji ber ku bi ceribandineke çandî li şemrexê tê çêkirin û tendurist e, dimsê şemrexê navdar e. Adar tîne ziman ku berê rez jî berhemdayîn jî zêdetir buye, lê vê serdema hane hêj jî li şemrexê li nav rezan derbas dibe.

Cotkar Kemal Adar dibêje: “Îsal baran û şilî tunebû, loma jî rez zêde baş nebûn û îsal dims û berhemên din jî kêm in. Berhemdayîna rezan li gor baran û şilîyê ye, yanî sala ku berf hebe, rewa zêdetir di kokên mêwa de dimîne û baştir dibe, lê dîsa jî îsal berhemdayîn xirab nîn e. Dims jî bi kelandinê baş çê dibe, loma jî divê darên şewatê hebin. Çiqas baş biqele ewqas xweş û tendurist dibe.”

Li Şemrexê cotkariya rezan, dahateke serekî ya nişteciyan e û bi taybet jî dims, benî û bastêq hem ji bo pêwistiya malabatan, hem jî ji bo firotinê tên amade kirin. Cotkar jî balê dikşînin ku dimsê Şemrexê ciyewaz e, lê ji ber ku danasîna berhemên wan bi başî nayên kirin, dahata ku çaverê dikin jî nikarin bidest bixin.

Hecî Xelef Urek û malabata xwe jî îro bastêq çê dikin û Sûltan Kapan û mallabata xwe jî benî çê dikin. Cotkar balê dikşînin ku karê rezan zehmetî û xebat dixwaze, lê ji ber ku ew berhemên xwe hildiberînin, zehmetî jî ji bo wan xweşî ye.

Sûltan Kapan diyar dike: “Îro roja benî çêkirinê ye. Emê ewil pelûrê çê bikin û beniyan lêxin. Pelûr bi têkilkirina şîra tirî û arvan çê dibe û li ser agir bi tedanê tê kelandin. Piştî pelûr amade bibe jî emê benîyan têde bikini hiişk bikin û bibin malê. Xweş e jî, zehmet e jî, malê me ye bi me xweş e û zehmetiya wî jî bila hebe.”

Hecî Xelef Urek dibêje: “Em îro bastêqê çê dikin. Em hatine ser rezan, em tirî diçinin, tirî diecikînin, ava tirî dikeve sarincê, ji wêrê vediguhêzin sîtilê. Em di sîtilê de dikewudînin, piştî kewudandinê em datînin. Ew şîreya kewudandî vê carê bi arvan re dikin sîtilê û tqrîben di saetekî de pelûrê çê dikin da ku bastêqê me baş çê bibe. Karê rez û mehsere zehmet e, loma jî zêde karker û xebatkar pêwist e.”

Cotkar radigihînin ku îsal ji ber hişkesalî wek salên berê nebe jî, berhemdayîn ne xirab e û karê rakirina rezan û berhemên rezan li Şemrexê teqrîben hefteyek heta 10 rojan berdewam dike.