Li Rojavayê Kurdistanê 213 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 213 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navendeke vaksînkirinê li bajarokê Amûdê
Navendeke vaksînkirinê li bajarokê Amûdê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 213 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 213 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 44 kes li Hesekê, 37 kes li Qamişlo, 35 kes li Dêrikê, 6 kes li Amûdê, 13 kes li Rimêlan, 12 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Cil Axa, 2 kes li Girkê Legê, 42 kes li Reqayê, 19 kes li Tebqayê, 1 kes li li Dêrezorê ye.

Hat ragihandin ku di nava 24 demjimêran de 12 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 31104 kesan, ji wan 2284 kes baş bûne û 1059 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.