Mesrûr Barzanî pesnê xweragiriya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serokatiya civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 13ê Cotmeha 2021ê serokatiya civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir, di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê xweragiriya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê da û ragihand; divê nûnerên Kurdistanê ji bo dakokîkirina heq û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bixebitin.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîbûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bi navê Encûmena Wezîran, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û hemû aliyên serkeftiyên hilbijartinê kir û spasiya Pêşmerge, polîs û hêzên asayîşê yên navxwe û giştî kir, ku erkê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn di pêkanîna zemîneke aram de ji bo proseya dengdanê.

Serokwezîr destnîşan kir ku divê nûnerên Kurdistanê êdî li Parlamentoya Iraqê bi hev re yekgirtî û bi hemahengî û yekrêzî bixebitin ji bo dakokîkirina heq û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û ji milmilaniya navxweyî dûr bin. Herwiha tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her alîkarî û hemahengiyek ligel nûnerên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê, bi hemû ciyawazî û rengan ve, ji bo berdewamkirina xebat û hemahengîkirina ligel hikûmeta federalî, bi armanca dabînkirina maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî pesnê xweragiriya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê da û pîrozbahiya derçûna nûnerên Kurdan li wan deveran kir û ragihand ku encamên hilbijartinan li deverên veqetandî, çespandina nasnameya Kurdistanîbûna wan deveran e. Herwiha tekez kir ku divê nûnerên Kurdistanê bi rêya cîbicîkirina madeya 140 a destûrê bixebitin, da ku rewşa wan deveran were asayîkirin.

Piştre di civînê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Etrûşî raportek li ser pêşveçûn û astengên li ber cîbicîkirina biryarên Encûmena Wezîran ên ji bo dabînkirina petrola spî û benzînê bi hemahengiyên Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal pêşkêş kir.

Di beşa sêyem a civînê de, Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xesrew raportek li ser lipeyçûna cîbicîkirina biryarên çaksazî û rêkûpêkkirina dahatan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku çendîn rasparde tê de hebûn ji bo wezaretên pêwendîdar ji bo bikaranîna wê ji bo xizmeta giştî û projeyên avedankirinê.