Li Iraqê 3 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî desteserkirina serperiştyarê darayî yê DAIŞê ku weke cîgirê Ebûbekir Bexdadî dihat nasîn, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir; 3 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir ku 3 terorîstên DAIŞê li her du parêzgehên Selahedîn û Diyala hatin desteserkirin.
Herwiha eşkere kir; di çarçoveya operasyonekê de ku bi zanyariyên îstixbaratî hate kirin, vê sibê 13ê Cotmehê, sê çekdarên DAIŞê li Selahedîn û Diyala hatin desteserkirin.
Beriya niha jî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku serperiştyarê darayî yê DAIŞê li derveyî Iraqê hatiye desteserkirin.