Eyad Elawî: Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê xeletiyeke mezin e

Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî diyar kir; Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qaanî serdana Bexdayê kiriye.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî
Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî diyar kir; Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qaanî serdana Bexdayê kiriye.

Eyad Elawî ragihand; serdana Qaanî ti bandorekê li ser encamên hilbijartinên pêşwext nekir, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê nekarî çareseriya amûrên dengdanê bike û piraniya welatiyên Iraqê ji ber vê yekê ji dengdanê bêpar man.

Elawî destnîşan kir; dibe ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, di siberojê de li nav aliyên Şîe nakokî kûr bibe û rûbirûbûn serî hilde.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî herwiha diyar kir ku vekişîna artêşa Amerîkayê ji Iraqê xeletiyeke mezin e.