Li Tirkiyê 31 hezar û 248 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 236 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 236 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 31 hezar û 248 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 30 hezar û 331 kes baş bûne.