Di êrîşeke Îsraîlê de leşkerî Sûriyê hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûriyê ragihand, di êrîşa firokeyên Îsraîlê ya şeva borî de, leşkerî Sûriyê hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Jêderekî ji artêşa Sûriyê ragihand, şeva borî firokeyên Îsraîlê êrîşî devera di navbera Tinif li başûrê Tedmurê de kirin û birceke pêwendiyan hilweşandin.
Wî jêderî diyar kir, di encama êrîşê de leşkerî Sûriyê hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî wê êrîşê bû û hejmarek mûşek pûç kirin.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê êrîşî firokexaneya leşkerî ya T-4 li gundewarê rojhilatê Humsê kir.
Rewangehê da zanîn, firokeyan baregeheke mîlîşyayên Îranê û birceke pêwendiyan li rojhilatê firokxaneya T-4 armanc kirin.