Muslet naveroka civînên opozîsyona Sûriyê li Amerîka aşkere dike

Muslet dibêje; hevdîtinên wan ligel Amerîkayê germ derbas bûne û encamên êrênî bi dest xistine.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salem El-Muslet civîneke çapemeniyê li dar xist, li ser serdana delegasyona opozîsyonê bo Amerîka, NY û Enqerê. Muslet dibêje; wan ji Amerîkayê xwastiye di şûna YPGê de bi Tirkiyê re pêywendiyên xwe xurt bike. Muslet radigihîne Amerîka dixwaze dawî li erk û bandora Rûsya û Îranê bê li Sûriyê.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salem El-Muslet derbarê hevdîtinên li Amerîkayê, Enqerê û NY ku demek berê pêk anîne li ser mijarên çareseriya kêşeya Sûriyê, penaberan, girtiyên siyasî yên di destê rejima Esed û rewşa Kurdan de raya giştî agahdar kir. Muslet dibêje; hevdîtinên wan ligel Amerîkayê germ derbas bûne û encamên êrênî ji van lihevrûniştinan bi dest xistine. Di civîna çapemeniyê ya ku li Floryayê li navenda hevpeymaniyê bi rojnamegeran re hate pêkanîn de li ser pirsên rojnamegeran Muslet ragihand, Amerîka teqez dixwaze bandora Rûsya û Îranê ya li Sûriyê nemîne.

Salem El-Muslet di civînê de got: “Berê derbarê kêşeyên mirovî de me gelek hevdîtin pêk anîn ev jî gelek giring in, lê vê carê me xwast li Amerîkayê bêhtir mijarên siyasî yên Sûriyê derxin pêş. Ji bo vê jî em çûne Amerîkayê û piştî hevdîtinên rayedarên Amerîkî me bi Sekreterê Giştî yê NY re jî hevdîtin pêk anî, ligel bi dehan balyoz, wezîr û nasnameyên siyasî yên welatên din. Em di wê baweriyê de ne ku Amerîka di mijara çareseriya siyasî ya Sûriyê de bi Tirkiyê re pêywendiyên xwe xurt bike wê encamên baş bêne wergirtin. Ev yek me ji wan re jî got. Derbarê vê mijarê de me bersiveke nerênî wernegirt.”

Di civîna çapeniyê de ya ku li navenda hevpeymaniyê çû serî, li ser pirsa Kurdistan 24ê ya derbarê çareseriya kêşe û dahatûya rojavayê Kurdistanê û rewşa YPGê de, Serokê Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salem El Muslet da zanîn di hevdîtinan de wan ligel Amerîka, NY û Enqerê mijara Kurdan jî giftûgo kirine bi berfirehî. Muslet got; Wan ji Amerîkayê xwestiye di şûna pêywendiyê bi YPGê re deynîn bi Tirkiyê re pêywendiyan xurtir bikin baştir e ji bo dahatûya herêma Kurdan.

Serokê Opozîsyona Sûriyê Salem El-Muslet got: “Hevdîtinên me bi Amerîka û Enqerê re zelal bûn. Lê li ser pirsa Kurdan bersiveke rast nedan. Enqere ji çareseriyê bi hêvî ye lê di wê baweriyê de ye ku eger qeyranek derkeve li Sûriyê wê hingî YPG bandora xwe firehtir bike li herêmê. Rast e, diyaloga ENKSê bi aliyên din re heye bi palpiştiya Amerîka û Hêzên hevpeymanan. Lê pêwîst e YPG pêywendiya xwe ya bi Qendîlê re qut bike da hevdîtin biçin serî. Di dawiyê de em nikarin bi rexistinên terorî re kar bikin. Lê pirsgireka Kurdan doza me ye jî û em ê mafên Kurdan biparêzin, wek ku em mafên Ereb, Sûryan û Tirkmanan diparên li herêmê.”

Serokê Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salem El-Muslet li ser pirsan rola welatên deverê û egera hevdîtina ligel Beşar Esad diyar kir, Rûsya û Îran dû welatên dagirker in li Sûriyê. Wan bi tû awayî jî hewl nedaye ku digel Esad hevdîtinê pêk bînin. Pêwîst e rê neyê dayîn bo proseya asayîbûnê ligel rejima Esad. Em dixwazin ew îmtiyazên ku bo FilÎstaniyan hatine dayîn bo penaberên Sûriyeyî jî bêne dabînkirin.