Li Beyrûtê alozî derket û 4 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Beyrûtê dema alîgirên "Hizbullah" û "Tevgera Amal" kom dibûn mangirtinekê bikin, alozî derket û 4 kes hatin kuştin.
Dadgeha Temîzê ya Libnanê gilînameya dawîn a li dijî Dadgerê Lêpirsînê yê Teqîna Bendera Beyrûtê dadwer Tariq El-Bîtar red kir. Bi wê yekê jî rê da ew karê xwe li ser lêpirsînê bidomîne.
Alîgirên “Hizbulla” û “Tevgera Emal” jî li devera Tayoneh kom bûn, da ku biçin li dijî Dadgerê Lêpirsîna Teqîna Beyrûtê, dadger Tariq Al-Bîtar xwe pêşan bidin, lê pevçûn û alozî derket.
Hat ragihandin, heta niha di alozî û pevçûnan de 4 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Eger e jî hejmara kuştiyan zêde bibe.
Artêşa Libnanê piştî pevçûna di navbera çekdaran li devera Tayouneh de, hêzên mezin şandin wê deverê û di daxuyaniyekê de daxwaz ji sivîlan kir, li kolanan nemin. Herwiha gefa armanckirina her çekdarekî guleyan bavêje xwar.
Ji aliyê xwe ve, Hizbullah û Tevgera Amal bang li hemû alîgirên xwe kirin ku “aram bin û nekevin nav fitneyê.”
Serokomarê Libnanê bi Serokwezîr, wezîrê Berevanî û Navxwe, û Serfermandarê Artêşê re geşedanên rewşa ewlehiyê dişopîne, da ku rewşê aram bikin.
لەسەر شەقامەکانی بەیرووت شەڕە pic.twitter.com/55tL3Ez4jg
— Kurdistan24 Kurdish (@kurdistan24tv) October 14, 2021