Li Rojavayê Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê îro careke din amareke bilind a mirina bi vîrûsa Koronayê hat tomarkirin
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê îro careke din amareke bilind a mirina bi vîrûsa Koronayê ji aliyê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ve hat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 18 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 309 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha tenê 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 31413 kesan, ji wan 2286 kes baş bûne û 1077 kesan jî canê xwe ji dest dane.