Li Tirkiyê dolar gihîşt asta dîrokî

Dolarê Amerîkî ji 9.20 Lîreyê Tirkiyê bihûrî û gihişte asteke dîrokî.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê Dolarê Amerîkî ji 9.20an bihûrî gihişte asteke dîrokî. Serokomarê Tirkiyê nîveka hefteyê biryara jikarderxistina 3 berpirsên Banka Navendî da. Piştî ew biryarê Lîreyê Tirkiyê di dîroka xwe de asta nizimtirîn dît. Şikestina Lîreyê Tirk berdewam e. Şarezayên babetê dibêjin heta dawiya salê dibe ku Dolar ji 10 Lîreyên Tirkiyê bibihure.

Yek ji endamên Lijneya Polîtîkayên Pere û 2 cîgirên Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê roja çarşemê bi biryara Serokomariya Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin. Piştî biryara Serokkomariyê Dolar li Tirkiyê ji 9.20an bihûrî û Lîreyê Tirk di dîroka xwe de gihişt asta nizimtirîn.

Bilindbûna nirxê Dolar û Euro li Tirkiyê bandorê li ser enflasyonê jî dike. Ji ber ku beşek mezin ya kerta hilberînê li Tirkiye girêdayî kirîna ji dewletên biyanî ye. Ev yek jî dibe sedem ku bilindbûna Dolar ji welatiyên Tirkiyê re wek zam vegere.

Welatiyek ji K24ê re diyar kir: “Ez wek ciwanek 21 salî di dahatûyê de jiyanek xweş li Tirkiyê ji bo xwe nikarim bibînim, aborî wisa xira bûye ku êdî desthilat jî biguhere çênabe. Ez dixwazim biçim Ewropayê.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Li Tirkiyê hilberîn tune ye û bi rastî rewşa aboriyê zor xirab e. Lê belê ez bi hêvî û bi bawer im ku aboriya me dê çêbibe.”

Welatî ji rewşa aboriyê aciz in. Pêşbîniyên şarezayên babetê jî li ser Lîreyê Tirk, erênî nînin, li gorî şarezayên babetê Lîreyê Tirk dê astên gelek nizimtir jî bibîne. 

Aborînas û rojnamevan Turgay Turker eşkere kir: “Bankayên Navendî li her derê cîhanê serbixwe ne. Ji ber ku li gorî pergaleke navdewletî yeke aboriyê kar dikin. Lê belê li vir em dibînin ku gotinên siyasî biryar datînin li ser biryarên Banka Navendî. 3 endamên Banka Navendî yên ku ji aliyê Serokomariyê ve jikar hatî durxistin, li dijî siyaseta daxistina polîtikaya faîzê bûn. Lê belê deshilat dixwaze faîz were daxistin.”

Di nav 40 rojên dawîn de pereyê ku li hemberî Dolar herî zêde nirxê wî şikestî Lîreyê Tirk e. Ji serê sala 2021an pê ve nirxê Lîre qasî %17.8an şikestiye. Li gorî pêşbîniyên şarezayên aboriyê heta dawiya salê şikestina Lîre dê %20an bihûre.