Li Rihayê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer derket.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Sêwregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer derket û kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gundê Qermanekê yê ser bi Sêwregê, du malbatan ji ber pirsgirêka erd şerê hev kirin. Di encama şer de her du birayên bi navê Ahmet Çalan ê 42 salî û Dogan Çalan ê 48 salî bi gulleyê çeka ji corê çifteyê birîndar bûn.

Her du birîndar bi ambulansan ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê hatin veguhestin.

Dogan Çalan tevî hewldanên bijîşkan, ji ber dijwariya birîna di laşê wî de, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û dermankirina Ahmetê birayê wî jî berdewam e.

Hêzên cendirme yên Tirkiyê ji bo bûyerên nû neqewimin, li gund û li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê stendin û ji bo desteserkirina kesên tohmetbar dest bi hewldanên xwe kirine.