Li Rojavayê Kurdistanê 309 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 309 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 309 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 309 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 58 kes li Hesekê, 67 kes li Qamişlo, 22 kes li Dêrikê, 9 kes li Amûdê, 2 kes li Rimêlan, 20 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Cil Axa, 3 kes li Girkê Legê, 47 kes li Reqayê, 14 kes li Tebqayê, 1 kes li li Dêrezorê, 1 kes li Minbicê, 2 kes li Kampa Rojê û 1 kes li Kampa Telaî ye.

Hat ragihandin ku di nava 24 demjimêran de 3 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 31663 kesan, ji wan 2289 kes baş bûne û 1094 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.