Erdogan gef li Amerîkayê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din li dijî Rojavayê Kurdistanê gef xwar.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din li dijî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gef xwar û got, “Em dê ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên terorî, hêzên  Amerîkayê yên li wir naskirî û hêzên rejîmê çi pêwîst be bikin.”

Recep Tayyip Erdogan îro 15ê Cotmeha 2021ê piştî nimêja Înê ya li Mizgefta Hezretî Elî ya li Stenbolê civîneke çapemeniyê saz kir.

Erdogan di axaftina xwe de careke din li dijî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gef xwar û got, têkoşîna wan a li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dê ji niha û şûnde bi awayekî cuda berdewam bike.

Erdogan got, “Li Sûriyê ne tenê li bakur, li seranserî wê weke hûn jî dizanin PKK, YPG û PYD li vir li gor dilê xwe tevdigerin. Di rêza yekem de welatên ku piştgiriya wan dikin hêzên hevpeyman û Amerîka ye. Bi vê hemû piştgiriya  çek, teqemenî û amûran li wan deran karên terorî encam didin. Em li dijî van têdikoşin.”

Serokomarê Tirkiyê behsa rejîma Sûriyê jî kir û got, “Rejîm hêza xwe ji van digire. Em bi heman awayî têkoşîna xwe li dijî rejîmê jî berdewam dikin. Heta cihekê me li beramber vê yekê sebir kir.”

Erdogan amaje bi kuştina du polîsan jî kir li herêma Ezazê û got, “Têkoşîna me dê  ji niha şûnde bi awayek cuda berdewam bike. Em dê ji bo têkoşîna li dijî van rêxistinên terorî, hêzên  Amerîkayê yên  li wir  naskirî û hêzên rejîmê çi pêwîst be  bikin. Em li ser vê yekê bi biryar in."