Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1331 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1331 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1331 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 483 kes li Hewlêrê, 410 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 75 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1554 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 430 kes li Hewlêrê, 560 kes li Silêmaniyê, 457 kes li Duhokê, 42 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 348584

Mirin: 6104

Başbûn: 322039

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.