Li Serdeştê kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirova a Hengaw ragihandiye, pêr li devera sînorî ya Bêtûşê li nêzîkî bajarê Serdeştê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Jiyan Elîpûr hat kuştin.

Ew kolberê hatiye kuştin, xelkê gundê Bêjwê yê Serdeştê û bavê du zarokan bûye.