HDP dixwaze Tifaqa Demokratîk pêk bîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi partiyên Kurdî re dest bi lêgerîna tifaqeke nû kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi partiyên Kurdî re dest bi lêgerîna tifaqeke nû kir. Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar bi parlamenter û rêvebirên navendî yên partiya xwe ve, li Diyarbekirê civîn û serdana dikin da ku tifaqeke ji derveyî Tifaqa Mîlî û Tifaqa Cumhur yên li Tirkiyeyê Tifaqa Demokratîk çê bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şanda li gel wî, bi partiyên Kurdî re civînek li dar xist. Di beşa ku ji çapameniyê re vekirî birêveçû de, bal hat kişandin ku HDPê deklere kiriye ku beşdarî herdû tifaqên heyî nabe û bi hevdîtinên xwe yên bi partiyên Kurdî, bi partiyên opozisyona Tirkiyeyê û saziyên sivîl re dikin de jî  hewla lêgerîna tifaqeke nû didin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar da zanîn ku jixwe bi partiyên Kurdî re tifaqeke wan heye û ew meseleya Tifaqê, demkî û li gor serdemeke diyar nafikirin. Sancar ragihand ku mebesta wan ew e ku partiyên Kurdî di serî de, bi partiyên opozisyonê û saziyên civakî re dixwazin tifaqeke nû çê bikin û li hember polîtîqayên heyî û pergala berê ku êdî nikare bibe bersiva pirsgirêkên civakê rêyên çareseriyan peyda bikin.

Mîthat Sancar diyar kir: “HDP îro dikeve 9emîn salvegera damezrandina xwe, temenê me zêde dibe, lê em naxwazin tenê wek temen, dixwazin bi hêzên demokratîk re, guherînên demokratîk bikin û mezin bibin. Mebesta me sazkirina Tifaqa berfireh ya Demokratîk e. Jixwe bi partiyên Kurdî re tifaqeke me hebû û îro em bi wan partiyan re civîn lidar dixin. Emê li ser mijarên pêkanîna aştiyê, demokrasiyê û ji bo li Tirkiyeyê serencamekî nû em çewa dikarin bidin destpê kirin gengeşiyan bikin. Em dixwazin di serî de bi partiyên Kurdî re û bi hêzên ku ji bo van armancan têbikoşin re tifaqeke berfireh ya nû çê bikin.”

Hevserokê HDPê beşdarî panela ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Dîcleyê DÎTAMê jî bû û li ser rewşa partiyên opozisyonê li Tirkiyeyê û wek partiyeke opozisyonê HDPê jî gotarek peşkeş kir û bersiva pirsan da.

Serokê Rêvebiriya DÎTAMê Mehmet Vural jî piştî panela li ser ‘Partiyên Opozisyonê û HDP’ê ji bo Kuritan24 balê kişand ku rexne li ser helwestên partiyên opozisuyonê di meseleya Kurd zêdê ne. Vûral balê kişand ku daxwazên ji HDPê jî ew e ku zêdetir girîngî bide vê meseleyê û Kudî û çareseriya meseleya Kurd bike mijarên serekî.

Mehmet Vural destnîşan kir: “HDP em dikarin bibêjin partiyeke nîv Kurdî ye. Rast e li ser navê Kurdan jî siyaset dike, lê gelek caran xwe wek partiyeke Tirkiyeyî pênase dike. Ew jî mumkun e, lê niha li ser navê Kurdan partiyekî kul i meclîsê be tune ye. Van meseleyan jî li parlamentoyê tên çareser kirin. HDP jî dixwaze li parlamentoyê vê meseleye çareser bike, lê belê divê HDP jî hin guhêrînan di xwe de jî bike, bi partiyên Kurdî û derdorên din re zêdetir diyalog deyne. Em jî çaverêne.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar da zanîn ku dê ji bo tifaqa nû hevdîtîn û diyalogên nû pêk bînin û li gor diyardeyan jî, ji bo xwe nexşerêyeke nû diyar bikin.